Her çar revandiyên din ên Ferhatiyê jî hatine kustin

Her çar revandiyên din ên Ferhatiyê jî hatine kustin

PeyamaKurd – Hefteya borî li gundê Ferhatiye yê navçeya Beled a li başûrê parêzgeha Selahedînê terorîstan 12 kes revandibûn û ji wan termên 8 kesan bi awayekî gulebarankirî hatibûn dîtin, lê aqûbeta 4 kesan diyar nebûbû.

Jêderekî ji ewlehiya Iraqê li ser çarenivîsa wan çar kesan got: “Di van çend demjimêrên dawî de derket holê û guman nema ku ew her çar revandî hatine kuştin.”

Herwiha heman jêderî ragihandiye ku hêzên ewlehiyê dest bi lêgerîna termên wan kesan kirine.

Bûyera gulebarankirina gundiyan rastî bertekên tund hatibû û li Herêma Kurdistanê jî di serî de Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew êrîşa hovane bi tundî şermezar kiribûn.

Li aliyê din Amerîkayê jî ew êrîş şermezar kiribû û komên nav Heşda Şeibî bi wê êrîşa hovane tawanbar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin