PeyamaKurd- Her dû hevşaredarên İpeyyolu ya Wanê Azim Yacan û Şehzade Kurt îro ji aliyê hêzên asayîşê de hatin sewqkirin bo Edliyê û di encama biryara dadgehê de biryar hat dayîn da bên girtin. Her dû şaredar jî şandin bo zîndana bajarê Wanê ya tîpa T yê.
Her dû hevşaredar bi sedema “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê” di 8 ê mehê de hatibûn binçavkirin. Berê jî di şûna wan de qeyûm hatibû tayînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin