Herêma Kurdistanê di derbarê Cejna Qurbanê de daxuyanî da

Herêma Kurdistanê di derbarê Cejna Qurbanê de daxuyanî da

PeyamaKurd - Wezareta Karûbarên Hundir ya Herêma Kurdistanê, di derbarê bergiriyên bo Korona di Cejna Qurbanê de daxuyanî da.

Wezaretê da zanîn, wê Cejna Qurbanê weke salên berê bê pîrozkirin, nimêjên cejnê û îniyê li mezgeftan nayê kirin, mizgeft wê tenê bo nimêjên ferz vekirî be lê di çarçoveya bergiriyên tenduritiyê de.

Herwiha li gor daxuyaniyê, wê deriyên sînoran girtî bimînin û tene bo karên ticarî bên vekirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin,  Deriyên Sînorî Başmak û Hacı Omaran jî dê tenê bo welatiyên dorpêçkirî bên vekirin.

Herwiha li Balafirxaneyên Suleymaniye û Hewlêrê jî, wê geştên asmanî ji 1ê Tebaxê pê ve dest pê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin