PeyamaKurd - Rêveberê milîsên Heşda Şeibî Qasim Erecî, gef li Îsraîlê xwar û got ku bila li benda tolhildanê bin.
Wezîrê berê yê navxwe yê Iraqê û rêveberê milîsên Bedir, ku hêza milîs a herî bihêz e nav Heşda Şeibî ye Qasim Erecî, li ser facebookê de gef li Îsraîlê xwarin.
Qasim Erecî li ser bombebarana binkeyên Heşda Şeibî ji aliyê balefirên şer ên Îsraîlê ve, behsa tolhildanê û terbiyekirina Îsraîlê kir û got: “Emê danûstandinê wek çav bi çav û didan bi didan ligel we bikin.”
Rêveberê Heşda Şeibî gotineke erebî ya ‘Heq bi şûr e û ê ku nikare bi wî heq bistîne li dû şahidan digere’ bibîr xist û gefa tolhildanê bo êrîşên ser baregehên Heşda Şeibî xwar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin