PeyamaKurd – Hemû çalakî, li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, heta 15 rojan hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê, bi sedema “tenduristiya civakê û birêkûpêkiya raya giştî” li bajêr, meşên bi armanca xwenîşandanê û civînên li qadên vekirî jî tê de her cûre çalakî hatin qedexekirin.
Ji derveyî çalakiyên bi destûra Parêzgariyê û qeymeqamtiye, encamdana çalakiyên weke, meş, mitîng, xwepêşandan, belavkirina belavokan, konser, çalakiyên protestoyî, grêva birçîbûnê, vegirtina çadiran û hemû cûrên çalakiyên weke wan, heta 15 rojan hatin qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin