PeyamaKurd - Hate ragihandin ku pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya di bin banê Wezaretê de bilez berdewam dike û heta meha Îlona 2026an jî bi temamî bidawî bibe.
Supasalarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukn Îsa Uzêrî îro 19ê Gulanê di civîneke çapemeniyê de amarên nû yên derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge de eşkere kirin.
Uzêrî got ku heta niha Wezareta Pêşmerge kariye 8 fîrqeyan ava bike û karên birêxistinkirina Fermandariya Herêma Yekê jî bidawî bûne.
Uzêrî wiha pê de çû: "Li gorî 'Yadaştnameya Hevtêgihiştinê', divê heta 25ê Îlona 2026an hêzeke neteweyî ya yekgirtî di bin sîwana Wezareta Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê de were avakirin. Em pir geşbîn in ku em ê di wê dîrokê de vê proseyê bi fermî bidawî bikin."
Li ser karûbarên mayî jî Supasalarê Pêşmerge diyar kir, ew niha li benda lîsteya navan a Fîrqeya 10 û Fermandariya Herêma Duyemîn in. Bi radestkirina van lîsteyan, dê hemû hêzên Pêşmerge di bin banekî leşkerî yê fermî û yekgirtî de kom bibin.
Hêjayî gotinê ye, ev pêngavên Wezareta Pêşmerge di çarçoveya proseya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de têne avêtin. Armanca sereke ya vê proseyê ew e ku dawî li dabeşbûna hêzan were anîn û fermandariyeke leşkerî ya niştimanî û profesyonel li Herêma Kurdistanê bê avakirin.