Hevdîtina Mesrur Barzanî û Lavrov di medya Rûsî de deng veda

Hevdîtina Mesrur Barzanî û Lavrov di medya Rûsî de deng veda

PeyamaKurd – Piştî hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Munîh a Almanyayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinê de herdu aliyan bal kişandiye ser girîngiya karên hevbeş û kordînasyona pêwendiyên Hewlêr û Moskowê.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di hevdîtinê de, mijarên; enerjî, hevkariya bo alîkariya mirovî, rewşa Iraq û herêmê hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha bi taybet mijara Sûriyê û girîngiya misogerkirina mafên pêkhateyên etnîkî di çareseriya krîza Sûriyê de û li ser parastina seqamgeriya Afrîka û Rojhilata Navîn gengeşe hat kirin.

Mesrur Barzanî di hevdîtina li Konferansa Ewlehiya Cîhanê ya Munihê de bi taybetî daxwaz ji Lavrov kiribû mafên Kurdên Sûriyê di çareseriya siyasî de li ber çavan bên girtin.

Medya Rûsî cihekî fireh da hevdîtina Mesrur Barzanî û Lavrov û dezgehên Rûsî yên wekî; Ria Novosti, Tass, Interfax, Yandex û Newsrus bi berfirehî raportên derbarê hevdîtinê de belav kirin.

Medya Rûsî bêhtir mijarên pêkanîna aramiyê li Sûriyê û pêwendiyên hevkariya enerjiyê yên di navbera Moskow-Hewlêrê de derxistin pêş.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin