Hevseroka TEV-DEMê: Em îtirafê bi encamên civînên Komîteya Destûrê nakin

Hevseroka TEV-DEMê: Em îtirafê bi encamên civînên Komîteya Destûrê nakin

PeyamaKurd - Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku di Rêveberiya Xweser a Rojava xwedî bandor e, Zelal Ceger li ser destpêkirina civînên Cenevreyê yên Komîteya Destûrê ragihand, ew îtirafê bi encamên wan civînan nakin.

Zelal Ceger di merasîma cenazeyên şervanên HSDê de li Qamişloyê li ser civînên Komîteya Destûra Sûriyê yên Cenevreyê jî axivî û wiha got:

“Nûnerên gelê Bakurê û Rojhilatê Sûriyê tevlî nebin em ti îtîrafê bi encamên wê nakin, ji ber ku armancên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk nayîne.”

Civînên Komîteya Destûrê ya ku 150 kesan pêk tê îro li Cenevre ya Swîsre dest pê kirin ku tenê ji ENKSê wekî opozîsyona Sûriyê 2 kes cî digirin û ji HSD û nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ti kes cî nagire. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin