Hewlêrê li ser Helebê daxuyanî da

Dîroka Weşanê :
Hewlêrê li ser Helebê daxuyanî da

PeyamaKurd – Hejmarek partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê êrîşên li ser taxên Kurdan li Helebê şermezar kirin û ragihandin ku ew ê noteyek nerazîbûnê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin.

Sekreterê Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê Gafur Mahmûrî îro di civîneke çapemeniyê de li ser navê van partiyan daxuyanî da.

Gafur Mahmûrî diyar kir ku gelek partî û aliyên siyasî yên ji Kurdistanê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên ku bi piranî Kurd lê dijîn li Helebê û pêşkêşkirina daxuyaniyek hevbeş ji raya giştî re li hev civiyane.

Gafur Mahmûrî tekez kir ku ew ê noteyek ji hemî balyozxaneyên li Herêma Kurdistanê û NY re pêşkêş bikin û got:

"Em têkoşîna Kurdên Rojavayê Kurdistanê (Rojava) wekî dozek neteweyî dibînin. Em daxwaz dikin ku her kes li hember van êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemîne. Ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esed ve, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê hewl dane ku bi Hikûmeta Sûriyeyê re lihevkirinek çêbikin."

Gafûr Mahmûrî herwiha spasiya dezgehên medyayê û rêberên olî kir ku li hember van êrîşan helwesteke "li gorî Kurdekî" nîşan dan.