PeyamaKurd – Li Hewlêrê Korbenda Lêkolînên Penceşêr û Nexweşiyên Onkolojiyê, îro bi serperiştiya Zanîngeha Selahedîn û zanîngeha Tîşk û Wezareta Tendirustiyê ve tê birêvebirin.
Li gor Rêkxerê Korbendê û Rêveberê Giştî yê Navenda Lêkolînan li Zanîngeha Selahedîn Dr. Karzan Muhsin diyar kiriye: “Ev korbenda duyem e li Hewlêrê tê kirin û taybet e bi lêkolînên penceşêrê ye. Îsal me mêvandariya pispor û şarezayên di warên penceşêrê de ji welatên Swêd, Polanda, Danmark û Brîtanyayê kirine.”
Dr. Karzan Muhsin di berdewamiyê de eşkere kiriye, korbend bi beşdariya 500 akademisyen, 20 mêvanên ji welatên biyanî û hejmarek mêvanên taybet birêve diçe.
Herwiha daye zanîn, girîngtirîn karê vê korbendê ew e, girêdana xwendina bilind û sektora tendirustiyê, nasandina nûtirîn lêkolîn û awayên çareseriyên nexweşiyên penceşêrê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin