PeyamaKurd – Kurê melayekî bi navê Ebdulla Umer, li nahiya Daretû ya Hewlêrê li ber malê hat kuştin û polîsan tohmetbar girtin.
Li gor zanyariyan, şeva borî li nahiya Daretû ya Hewlêrê, xortek bi navê Ebdulla Umer (20 salî) li ber mala xwe hat kuştin.
Zanyarî didin zanîn, ew xortê ku hatiye kuştin kurê melayekî bûye.
Polîs destnîşan kiriye, yekser piştî wê rûdanê tohmetbarê kuştina wî xortî hatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin