PeyamaKurd – Navendeke beytariyê ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê îro ji aliye Wezareta Bergiriya Amerîkayê tê nûjenkirin.
Li gor zanyariyan, biryar e îro roja Duşemê 05.07.2021ê li Hewlêrê bi amadebûna her du balyozên giştî yên Amerîka û Brîtanya li Hewlêrê Wezîrê Cotkatiyê û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê navendeke beytariyê ya Herêma Kurdistanê were nûjenkirin.
Herwiha li gor zanyariyan, wê ev nûjenkirin dê navendê di çarçoveya programa kemkirina êrîşa biyolojik (Biological Threat Reduction Program- BTRP) ya Wezareta Bergiriya Amerîkayê de were pêk anîn.
Li aliyê din, ev nûjenkirin bi armanca girîngîdana selametî û asayîşa biyolojî û karkirina bi awayekî standardên modêrn tê encamdan û li gor wê bernameya nûjenkirinê, wê amûr û kelûpelên nû werin dabînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin