PeyamaKurd – Rêveberiya Asayişa Hewlêrê ragihand ku xwendekarê ku îro 28ê Hezîranê du mamosteyên Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê kuştibû, hatiye desteserkirin.
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê bi daxuyaniyekê eşkere kir, wan bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên bajarê hewlêrê, kujerê her du mamosteyên zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê desteser kir.
Hat zanîn ku navê wî xwendekarî (A. M. Q) ye û ew berê xwendekarê Fakulteya Yasayê ya Zanîngeha Soranê bû û piştî ku pirsgirêka wî bi mamosteyeke jin re çêbûye jî ji zanîngehê hatiye îxrackirin.
Wî xwendekarî îro pêşî bi ser mala mamosteyê Fakulteya Endezyariyê Daktor Îdrîs Hemexan girtibû û ew kuştibû, piştre jî li kampusa zanîngeha Selahedîn bi çekê êrîşî ser Rêveberê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê Doktor Kawan Îsmaîl kiribû û ew jî kuştibû û karmendekî din jî birîndar kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin