PeyamaKurd – Heyeta DEM Partiyê ya Îmaraliyê ku ji Pevin Buldan û Mithat Sancar pêkdihat çûn bajarê Edirne û seredana Selahattin Demirtaş û Dr. Selçuk Mızraklı ku di zîndanê de ne kirin. Her dû endamên heyetê piştî hevdîtinê ragihandin ku mayîna Demirtaş û Mızraklı ya di zîndanê de li dijî hûqûqê ye û divê azad bibin. Mithat Sancar got:
“Em çûn zîndanê. Me bo demekî dirêj dan û sitendina ramanan kir. Mayîna Mızraklı ya di zîndanê de bê qanûniye. Axaftina me gelek dirêj ajot. Sererastkirina rewşê mijarekî şexsî nîne û divê bêkirin. Azadkirina wan pêdiviya pêvajoya ku niha em tê de ne ye.
Her dû jî dixwazin destekê bidin pêvajoyê. Mayîna her dû kesan di zîndanê de rewa nîne. Azadkirina wan wê baweriya di hûqûqê de bilind bike. Herkes dizane berdana Demirtaş wê destekekî mezin bide pêvajoyê…”