PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê heyeteke rêveberiya xweser a li Rojavayê Kurdistanê jî beşdariya Kongreya Qahîre-3 ya opozîsyona Sûriyê bibe.
Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ragihand ku MSDê endamê Desteya Amadekar a Kongreya Qahîre 3 ye.
Riyad Derar got ku MSD hewl dide nexşerê û peymanên di Kongreya Qahîre 2 de hatine danîn werin pêşvebirin.
Derar bal kişand ser rola Misrê a pêkanîna çareseriya krîza Sûriyê û da zanîn ku Misir piştgiriyê dide helwesta MSDê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê.
Derar herwiha bibîr xist ku hevdîtinên wan ên ji bo girtiyên DAIŞê bi parlamen û kesayetên Ewropayî re xwedî girîngiyeke mezin in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin