PeyamaKurd - Li herêma Germiyan a Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên pêşmerge û koalîsyona navneteweyî ve li dijî binkeyên terorîstên DAIŞê operasyonek hat destpêkirin.
Di operasyonê de hejmarek DAIŞî hatin kuştin û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku Rêveberê bajarokê Zinaneyê Cemal Salih dane, hêzên koalîsyonê bi balafirên şer û hêzên pêşmerge jî di bejahî li dijî terorîstên li gundê Suraw Pelkane û deverên din ên binkeyên DAIŞê lê hene dest bi operasyonê kirine.
Di operasyonê de hejmarek DAIŞî hatine kuştin, lê hîn hejmara wan nehatiye piştrastkirin.
Herwiha li gor zanyariyan di operasyona berdewam dike de, du pêşmerge jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin