PeyamaKurd – Xwepêşandan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin û di encama xwepêşandanên do şev de, ciwanekî Kurd ê 22 salî hat kuştin.
Li gor zanyariyan, xwepêşandanên dijî rejîmê li seranserê Rojhilat û Îranê berdewam in û di vê çarçoveyê de do li Ciwanro, Kirmaşan û Selasa Bavacanî jî welatî weke deverên din daketin qadan û dijî rejîmê xwepêşandan kirin.
Herwiha nûçeyeke navenda mafên mirova ya Hengawê da zanîn, di xwepêşandanên do bi şev yên li Selasa Bavacanî de, hêzên rejîmê bi awayekî rasterast êrîşî ser xwepêşanderan kirine û di encamê de ciwanekî 22 salî bi navê Arvîn Morîdî can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin