PeyamaKurd – Hêzên ser bi artêşa Tirkiyê ve êrîşî ser bajarokê Til Rifet û gundên wê kir û di encamê de keçeke Efrînî hat kuştin.
Li gor zanyariyan, hêzên ser bi Tirkiyê ve do 1ê Tîrmehê bajarokê Til Rifet û gundên derdora wê dan ber topan û di encamê de keçek bi navê Fehîme Fewzî Reşo hat kuştin.
Herwiha hat zanîn, Fehîme Fewzî Reşo ji gundê Remedana ya navçeya Mabeta ya Efrînê ye û piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, ligel malbata xwe koçberî gundên derdora Til Rifetê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin