PeyamaKurd – Hikûmeta Domînîkê di çarçoveya dayîna mafê welatîbûnê ji bo welatiyên çend welatan betal kir û di wê çarçoveyê de mafê welatiyên Herêma Kurdistanê jî betal kir.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Domînîkê: “Êdî welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Amêdî, Soran, Ranya, Zaxo û Laliş, nikarin bi mebesta veberhênanê rêkarên wergirtina mafê welatîbûnê û pasaporta Domînîkayê encam bidin.”
Herwiha Hikûmeta Domînîkê da zanîn, ji bilî Herêma Kurdistanê, dayîna mafê welatîbûnê ji welatiyên Sûdan, Koreya Bakur, Rûsya û Belarusê jî hat rawestandin.
Hêjayî gotinê ye, hejmarek kompaniyên Herêma Kurdistanê çend sal in bi rêya pêşkêşkirina rêkarên bazirganî û veberhênanê, ji welatê Domînîkê pasaport û mafê welatîbûnê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê werdigirtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin