PeyamaKurd – Bo bergiriya li hember vîrusa Koronayê, Hikûmeta Iraqê biryar da, deriyê sînorî yê Şelemçe yê ligel Îranê bigre.
Endamê Şaneya Têkoşîna li dijî Koronayê yê li Besrayê Hekîm Meyahî diyar kir: ‘‘Encûmena Parêzgeha Besra biryar da, deriyê sînorî yê Şelemçe li ber geştiyaran bigre û hemû çûnûhatin werin betalkirin, ku beşek ji wan xwendekar û nexweş bûn.’’
Herwiha hatiye destnîşankirin, hemû liv û tevgerên geştyarî li deriyê sînorî hatine rawestandin û tenê rê li danûstandina bazirganî tê dayîn.
Hikûmeta Iraqê Sêşemê biryar da, heta 14 rojan geştên ber bi heşt welatan were sekinandin û di nav wan de Îran jî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin