Hikûmeta Kurdistanê 7.5 milyar dînaran li mexdûrên lehiya Hewlêrê belav dike

Hikûmeta Kurdistanê 7.5 milyar dînaran li mexdûrên lehiya Hewlêrê belav dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê 7.5 milyar dînar alîkarî ji bo ziyanmendên lehiya Hewlêrê ya payiza borî rû dabû, bê belav kirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro di civîneke rojnamevanî de ragihand ku li gorî texmîn û nirxandinên wan 4 hezar û 797 kesan ji ber lehiya Hewlêrê ziyan dîtine.

Umêd Xoşnaw eşkere kir, bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê beşek ji ziyanên wan tê qerebûkirin û biryar hatiye dayîn 7.5 milyar dînar wek alîkarî bi ser ziyanmendan de belav bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin