Hikûmeta Kurdistanê madeya 140 gotûbêj kir

Hikûmeta Kurdistanê madeya 140 gotûbêj kir

PeyamaKurd - Civata Wezîrên herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina mekanizmaya bicihanîna karnameya hikumetê û cîbicîkirina maddeya 140 a destûra Iraqê civiya.

Di civîna îro ya Civata Wezîran de ku bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk hat de, hat ragihandin ku rewşa Kerkûkê û cîbicîkirina madeya 140 hatiye gotûbêjkirin.

Dadgeha Federalî ya Iraqê jî beriya niha biryar dabû madeya 140 berdewam e û dema cîbicîkirina wê, bi ser ve neçû ye.

Li gor zanyariyên medya Kurdistanê di civîna îro de, behsa çend mijarên din jî hatiye kirin ku yek ji wan mekanizmaya cîbicîkirina karnameya Kabîneya Nehem a Hikumeta herêma Kurdistanê ye.

Di civînê de biyar hate derxistin ku bacên navxwe yên Herêma Kurdistanê di warê yasayî da bihêne sererastkirin û bi şêweyeke dadperwerî bacdan hebe û rêliber bacnedayînê bihê girtin.

Herwiha Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê biryar da mûçe ji 13 hezar kesên xwedî alîkariyên taybet û kêmendam in ra bihê terxankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin