HILBIJARTIN | Kurdan li Kerkûk û Mûsilê kursiyên xwe zêde kirin

HILBIJARTIN | Kurdan li Kerkûk û Mûsilê kursiyên xwe zêde kirin

PeyamaKurd – Li gorî encamên nefermî yên destpêkê yên hilbijartina Parlamentoya Iraqê ku doh 10ê Cotmehê birêve çû, aliyên Kurd li parêzgeha Kerkûkê û Neynewayê hejmara kursiyên xwe zêde kirin.

PDKê tenê li Mûsil - Neynewayê 9 kursî bi dest anîn û serkeftineke dîrokî tomar kir.

Li gorî encamên nefermî Kurdan li Diyale 2, li Mûsilê jî PDKê tenê 9 kursî bi dest xistine ku tê çaverêkirin hejmara kursiyên PDKê li Parlamentoya Iraqê bigihîje 33yan. 

Encamên parêzgehan û hejmara kursiyên partiyan:

Duhok: PDKê 8 kursî, Hevpeymaniya Kurdistanê 1 kursî, Yekgirtû 1 kursî.

Silêmaniye: PDKê 3 kursî, Hevpeymaniya Kurdistanê 6 kursî, Nifşê Nû 5 kursî, Yekgirtû 2 kursî, Komel 1 kursî.

Kerkûk: PDKê 2 kursî, Hevpeymaniya Kurdistanê 3 kursî, Nifşê Nû 1 kursî, Bereya Tirkmenî 1 kursî, Hevpeymaniya Fetih 1 kursî.

Neynewa (Mûsil): PDKê 9 kursî, Hevpeymaniya Kurdistanê 1 kursî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin