PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê bakurê Kurdistanê li demjimêr dor 10:30an dema dengdanê li ser sindoqa hilbijartinê şer derket û 2 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li navçeya Poturge ya Meletiyê li ser sindoqeke hilbijartinê şer û pevçûn di navbera aliyan de qewimî ye û çek hatine teqandin.
Di encama şerê bi çekan de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan bûyer li dibistana taxa Bolunmez a navçeya Poturge qewimî ye û dema dengdanê di navbera du grûpên dijber de piştî gengeşiyê çek hatine teqandin.
Bi mezinbûna aloziyê re kesên bi navên Hasan Aktaş û Îlyas Aktaş bi guleyan hatin kuştin.
Cenazeyên herdu kesên can dan rakirin morga nexweşxaneyê û hêzên ewlekariyê li dorûbera dibistana taxa Bolunmez tedbîr standin.
Hat zanîn ku kur û bavên hatine kuştin muşahîdên Partiya Saadetê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin