PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê bi balafirên bêpîlot ên bombekirî êrîşek li dijî Bargeha Hêzên Amerîka ya Eyn Esed a li Iraqê hat kirin.
Şaneya ewlehiyê ya Iraqê ragihand, îro danê sibê bi du balafirên bêpîlot yên bombekirî êrîşî navenda leşkerî ya Eyn Esed ya li parêzgeha Enbar a Iraqê hat kirin ku hêzên Amerîkî tê de ne.
Şaneya ewlehiyê eşkere kir, ew êrîş ji aliyê sîstema berevaniyê ve hatiye pûçkirin.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto jî ragihandibû ku şeva borî êrîşeke moşekî dijî navenda piştevaniya dîplomasî li Bexdayê hatiye kirin ku hûrgiliyên êrîşê nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin