Mismarî: Di saetên pês da wê serekî mezin li Sîrte û Cefrayê derkeve

Mismarî: Di saetên pês da wê serekî mezin li Sîrte û Cefrayê derkeve

PeyamaKurd - Li gor Berdevkê Fermî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî ragihand, di saetên pêş da, dê li derdora Sîrte û Cefrayê, şerekî mezin derkeve û wê aliyên derveyî jî di nav vî şerî da bin.

Berdevkê Fermî yê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serperişiya Xelîfe Hefter Ehmed El-Mismarî got, li derdora herdu bajarên Sîrte û Cefrayê, tevgereke zêde ya mîlîşyayên Wîfaq û Tirkiyê hene.

Herwiha El Mismarî got, şerê bê, dê ne tenê şerekî Lîbyayî be, dibe ku hin aliyên din ên Erebî û biyanî jî hebin. Ji ber ku planên Tirkiyê ewlehî û aramiya navçeyê dixe metirsiyê.

Fermanderê di artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Emîd Xalid Mehcob got, ‘‘Misr jî hevpara rasteqîne ya ewlehiya li Lîbyayê ye û ji mafê wê ye destêwerdanê bike.’’

Berî vê, Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ragihandibû, ew piştgiriya Serokê Arteşa Niştimanî ya Libyayê Xelîfe Hefter dikin û têketina hêzên Hikûmeta Hevpeyman a Neteweyî ya Libyayê bo Sîrtê û Cûfrayê ji bo wan xeta sor e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin