PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 3 hezar û 90 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daneyên ajansê, di van bûyeran de 2 hezar û 55 kes birîndar bûne û 22 hezar û 123 kes jî hatine binçavkirin.
Rayedarên rejîma Îranê heta niha derbarê hejmara mirî û birîndaran de agahiyên fermî belav nekirine.
Lê belê hikûmetê ragihand ku wan 3 hezar kes bi tohmeta "endamtiya rêxistinên terorê" an jî "provokasyonê" girtine.
Ev xwepêşandan di 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li Tehranê ji ber krîza aborî û daketina nirxê pereyê herêmî dest pê kirin û li bajaran belav bûn. Hikûmeta Îranê ji 8ê Çileya 2026an ve, piştî zêdebûna pevçûnan, gihîştina înternetê li gelek deveran asteng kiriye.