HSD: Bernameyeke nû ya operaysonên hevbes dijî DAISê hatiye amadekirin

HSD: Bernameyeke nû ya operaysonên hevbes dijî DAISê hatiye amadekirin

PeyamaKurd – Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Mahmûd Berxwedan diyar kir, wan bi beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî bi bernameyeke nû operasyonên li dijî DAIŞê amade kirine û wê sibe destpê bikin.

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Mahmûd Berxwedan di hevpeyvînekê de da zanîn: “Tirkiyê şervanên me yên ku bi Koalîsyona Navneteweyî re li kampa Holê kar dikirin û baregeha leşkerî ya hevbeş a li Hesekê kirin hedef.”

Ji ber van êrîşan, neçar man ku operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞê rawestînin.

Berxwedan, diyar kir ku wan îro bi koordîne û beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî dest bi amadekirina bernameyeke nû ya operasyonên li dijî DAIŞê kir.

Li gorî Endamê Fermandariya HSDê, wê ev operasyon sibehê destpê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku HSDê beriya demekê ragihandibû ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin