PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin ku di êrîşeke bi droneyan de li ser gundê wan li herêma Dêr Hafir a rojhilatê Helebê zarokek hat kuştin û zarokek jî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniyek ji Navenda Têkiliya Çapemeniyê ya HSD, êrîş roja Pêncşemê di dora saet 4:00ê piştî nîvro de li gundê Dara, li rojavayê Dêr Hafir li parêzgeha Helebê pêk hat. Êrîş, ku tê ragihandin bi droneke bombebarkirî hatiye kirin, bû sedema mirina zarokekî û birîndarbûna kurekî 15 salî yê bi navê Nasir Xelef.
HSD komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê (rejîma Şamê) ji êrîşê tawanbar kir.
"Binpêkirina Peymana 10ê Adarê
Daxuyaniyê tekez kir ku ev êrîş berdewamiya zêdebûna êrîşên bi droneyan ên ku deverên di bin kontrola HSD de li Rojhilatê Helebê hedef digirin e. Li gorî raporan, di hefteyên dawî de, meqam û gundên li dora deriyê stratejîk ê Dêr Hafir, ku Heleb û Reqqayê bi hev ve girêdide, pir caran bûne hedef.
Karbidestên HSDê komên alîgirê Şamê bi binpêkirina Peymana 10ê Adarê tawanbar dikin, ku armanca wê entegrekirina HSDê di nav "Artêşa Sûriyê ya Nû" de û kêmkirina aloziyan li ser erdê bû.