HSD: Du ji wan Ozbekî 12 çekdar hatin kuştin

HSD: Du ji wan Ozbekî 12 çekdar hatin kuştin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şerê wan û çekdarên girêdayî Tirkiyê li Minbic û Dêra Hafirê dewam dike.

HSDê da xuyakirin ku wan di çarçoveya bersivdayîna rewa de êrîşî baregehên çekdaran kirine û di şer de 12 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin.

Hate diyarkirin, ji wan çekdarên hatine kuştin du kes Ozbekî ne, 25 birîndar bûne û ji wan 3 leşkerên artêşa Tirkiyê ne.

HSDê di daxuyaniya xwe de gotiye ku wan derbe li 5 panzeran jî dane û 3 motorsiklêtên çekdaran têk birine.

Beriya niha jî Hêzên Sûriya Demokratîk berê ragihandibû ku artêşa Tirkiyê bi xwe ketiye şerê Minbicê û çekdarên biyanî jî di şer bikar tîne.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.