HSD ê nasnama kesên di helîkopterê de can dan ragihand

HSD ê nasnama kesên di helîkopterê de can dan ragihand

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) navên kesên ku di helîkoptera li Çemankê ya bajarê Duhokê ketibû ragihand. Helîkopter di 15 ê adarê de li bajarê Duhokê li navça Amediyê li nahiya Çemankê li gundê Biryatê ketibû. Di helîkopterê de 7 endamên YAT ê can dabûn. Li ser bûyerê parêzgerê Duhokê Ali Teter ragihand ku di helîkopterê de 7 endamên PKK ê can dane û helîkoptera dinê rêça xwe wenda kiriye.

Teter got ku di hevdîtinên bi hêzên koalîsyonê, Iraqê û Tirkiyê de, helikopter ne aîdê van welatan an hêzane û lêpirsîn dewam dike.

Hat ragihandin ku helîkopter dibe ji ber şertên hewayî yên nexweş ketibe. Li aliyê dinê HSD ê daxwuyanî da û got ku bi armanca perwerdê du helîkopterên ku ji Rojava diçûn Silêmaniyê û di wan de endamên Hêzên Têkoşîna bi Terorê re (YAT), bi sedema şertên hewayî ketine. HSD ê got ku fermandarê giştî yê YAT ê Şervan Kobanî û 9 şervan di ketina helîkopteran de can dane. Li ser qezayê hat gotin ku 3 keç û 6 zilam di helîkopterê de hebûne û jiyana xwe ji dest dane.

HSD ê hem wêne û hem navên her 9 candayiyên di helîkopterê de weha da:

Şevan Kobanî, Hogir Derik, Koçer Derik, Xebat Dirbesiye, Doğan Efrin, Harûn Rojava, Feraşin Baran, Dîdar Derik û Rojeng Rifat.

Fermandarê giştî yê HSD ê Mazlum Abdî di ser hesabê xwe yê Twitterê de wêneyên endamên YAT ê belav kir û weha got:

“Hêzên me yên taybet yên li dijî terorê (YAT) di çarçoveya plana tevgera li hemberê IŞID ê de, tevî fermandar Şervan Kobanî bi temamî 9 şervanên me şehîd ketin. Fîdakariya wan wê weka rêya paraztina azadiya xelk û axa me bimîne. Em ji xwe, malbatên şehîdan û xelkê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Nehat ragihandin bê helîkoptera dinê çi pê hatiye û helikopter aîdê kîjan hêzî an dewletî ne. Li gor HSD ê du helikopter ketine û li gor Herêma Kurdistanê 1 helîkopter ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin