PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di 24 saetên dawî de artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, bi taybet li Til Temir û Eyn Îsayê êrîşên xwe berdewam kirine.
Navenda Ragihandin û Çampemeniyê ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir û ev daxuyanî da:
“Li êniya Til Temirê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê li gundê Ûm El-Kêf êrîş birin ser çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî.
Li êniya Eyn Îsa jî artêşa Tirk û komên çete li herêmê tevgera xwe ya dagirkeriyê dewam dikin. Artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser gundên Xirbet Faris, Zenûba û Kefîfa a li herêma Qiz Alî. Herwiha li herêmê tevgera balafirên bê mirov jî bê navber dewam dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin