PeyamaKurd – HSDê daxuyaniyek di derbarê êrîşa li cihê bazarê ya li El Babê de da û diyar kir, pêwendiya wan bi wê êrîşê ve tune ye.
Li gor zanyariyan, do li El Babê ya ku di bin kontrola hêzên piştgiriyê ji Tirkiyê distînin de ye, do sibehê bi topan êrîşî cihê bazarê kirin.
Berdevkê Navenda Ragihandina HSDê Ferhad Şamî li ser Twitterê daxuyaniyek li ser êrîşê belav kir û got:
“Me bi rêya çapemeniyê bihîst ku li El Babê êrîş pêk hatiye. Em amaje pê dikin ku pêwendiya hêzên me bi tu awayî bi vê êrîşê ve tune ye.
Hemû operasyonên me li dijî dewleta dagîrker a Tirkiyê û çekdarên wê ne. Em raya giştî bi daxuyaniyên bi dîmen û nivîskî agahdar dikin. Em texmîn dikin ku ev êrîş ji aliyê kesên ku li dijî kesên li hember daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê derketin pêk hatiye.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandibû, di encama êrîşê de 5 ji wan zarok, 14 kesan can dane û 38 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin