PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, du mijar pêwendiyên wan ên ligel Amerîkayê xera dikin ku ew jî yek jê piştgiriya bo YPGê ye û ya din jî mijara radestkirina Fethullah Gulen e.
Çavuşoglu ku niha li serdana Amerîkayê ye, li balyozxaneya Tirkiyê ya New Yorkê mijarên rojevê nirxand û bal kişand ser pêwendiyên navbera Tirkiye û Amerîkayê.
Li gor Çavuşoglu niha du mijar pêwendiyên wan ên ligel Amerîkayê xera dikin, yek jê ‘Piştgiriya Amerîkayê ya bo YPGê li Sûriyê ye. Digel ku Amerîka dizane YPG û PKK heman rêxistin e jî hevkariya ku bo YPGê dike xetayeke mezin e”, mijara diduyan jî mijara Fethullah Gulen e ku Tirkiye dixwaze Amerîka wî radestî wan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin