PeyamaKurd – Damezrênerê AKPê û hem wezîrê perwerdê yê berê yê Tirkiyê Hüseyin Çelik li ser rûdanên dîrokî yên li Dêrsimê qewimîbûn daxwuyanî da û bang kir ku navê bajarê Tunceliyê biguhêrin û bikin Dêrsim.
Çelik got ku divê mirov bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe, parastina îadeyê îtîbarê û bîra civakî bike. Çelik, behsa serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan kir ku berê, ji ber rûdanên li Dêrsimê qewimîne lêborînê xwestiye û bîra îadeya îtîbara Dêrsimê bikin.
Çelik, di nav salên 2003-2009an de wezîrê perwerdê yê Tirkiyê bû û hem damezrênerekî AKPê bû. Di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Tişta divê îro bê kirin navê Tunceliyê bi navê Dêrsimê bê guhertin. Rûdanên li Dêrsimê yên ku 4ê Gulana 1937an de destpêkirin û heya dawiya sala 1938an dewam kirin, di bîra civakê de şopên kûr hiştin. Tevî ew çend sal di ser de derbas bûne, bandora rûdanan weka xwe dewam dike.”
Çelik got ku madem dewleta Tirkiyê ya hûqûqêye, divê dewlet bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe, rastî çi be, deyne ortê û eger pêwistî hebe, berpirsiyariyê bigrin ser xwe.
Li ser rûdanên Dêrsimê, serokkomarê Tirkiyê Erdoğan gotibû “eger pêwesit be li ser navê dewletê lêborînê bixwazin, wê lêborînê ez dixwazim.” Hetta di wexta serokê Dêrsimê Seyîd Riza çûbû ber dara sêpêya dardekirinê, gotina ku Seyyîd Riza gotibû, Erdoğan dubare kiribû.