PeyamaKurd- Damezirînerê Kompaniya Ewlehiyê ya Rusî Wagnerê Yevgeniy Prigojin; di derbarê şerê li bajarê Bahmutê yê Ukraynayê agahî dan.
Yevgeniy Prigojin diyar kir ku artêşa Ukraynayê li bajarê Bahmutê, di nav tevgera êrîşkirinê de ye û wiha got,
"Rewşa li baskên Bahmutê, li gorî senaryoya herî xirab a ku tê pêşbînîkirin bi pêş dikeve."
Prigojin di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got ku daxuyaniya Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ya ‘li herêmê ji bo êrîşeke dijber, dem lazim e’ rastiyê nîşan nade.
Prigojin bal kişand ku li Bahmutê artêşa Ukraynayê pevçûnên dijwar dimeşîne û wiha got: "Zelenskiy derewan dike. Êrîşên wan ên li hember Bahmutê, bi hemû leza xwe dewam dikin û bi ser jî dikevin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin