PeyamaKurd- Li bajarê Gazne ya Afxanistanê, avahiya ku wezîrê berevaniyê yê Afxanistanê tê de bû, Talîbanê bi roketê lê da.
Berdevkê parêzgeha Gazneyê Arif Nûrî ragihand ku bi sedema civîna ewlhiyê her kes li avahiyê civiya bû û di nava civînê de wezîrê berevaniyê Tariq Şah Behramî jî hebû.
Nûrî got k udi civînê de 8 kes birîndar bûne. Wezîr bê birîndar bibe rizgar bûye. Wezîr û rêvebirên din civînê betal kirine û herêmê terk kirine. Camên avahiyê şikestine.
Talîbanê bûyerê girt ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin