PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, di vegera serdana xwe ya Azerbaycanê de, li ser kongreya HDPê ya ku 23yê vê mehê li Enqerê hat lidarxistin jî şîrove kirin û gefa darizandinê û vekirina dosyeyên nû li wan xwar.
Erdogan li ser mijara lidarxistina kongreya HDPê wiha axivî:
“Ma bê rawestin serokê partiyê tê guhertin? Bê rawestin serokên xwe yên giştî diguherînin. Yek tê yek diçe. Xelas nebû, dê ji niha û şûnde jî di demek nêzîk de pêk bê. Ji ber ku dê pêvajoya van ya bi darazê re dê pir zêde be. Dibe ku di her kêliyê de dosyayên nû bên pêşberî darazê. Bila nebêjin serokomar çima ev got. Her tiştên dikin sûc e.”
Piştî van daxuyaniyên Erdogan, Wekîlê Serokê Koma HDPê li Parlamena Tirkiyê Sarûhan Olûç li parlamenê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, “Dozger bi fermana serokê partiyekê tevdigere. Bi gotinên Erdogan re oparasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDPê dest pê kirin û 13 kes hatin binçavkirin. Dê derbarê van kesan de bi îhtîmaleke mezin lêpirsîn bê vekirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin