Doza derbarê darbekarên 12 Îlonê Evren û Sahînkaya hat betalkirin

Doza derbarê darbekarên 12 Îlonê Evren û Sahînkaya hat betalkirin

PeyamaKurd  - Dehemîn Dadegaha Cezayê Giran a Enqerê biryar da ku doza darbekarên 12 Îlonê Evren û Şahinkaya bi temamî were betalkirin.

Piştî biryara xirakirinê ya Dadgeha Bilind a Yargitayê, Dehemîn Dadegaha Cezayê Giran a Enqerê  da ku "doza rayagiştî" ya di derbarê darbekarên 12 Îlonê Sererkanê wê demê Kenan Evren û Fermandarê Hêzên Esmanî yê wê demê Tahsin Şahînkaya de bi temamî ji holê were rakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 12ê îlona 1980yî de, bi serokatî û pêşengiya Serokerkanê wê demê Kenan Evren û 5 fermandaran ve bi hinceta “rêlibergirtina teror û anarşiyê“ li Tirkîyê, derbeyeka leşkerî hatibû lidarxistin û wê cuntayê dest danîbû ser desthilatdariya Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin