PeyamaKurd – Civakên Gelên di Bin Gefê de (GfbV) ragihand ku Tirkiye demografiya Efrînê diguherîne û kurdan ji Efrînê derdixe û li şûna Kurdan îslamîstên tundrew bicih dike.
Şaxê Civakên Gelên di Bin Gefê de ne (GfbV) ya Almanyayê, li ser rewşa Efrînê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin daxuyaniyek da.
GfbVê ragihand, Tirkiye demografiya Efrînê diguherîne û xebatên bicihkirina îslamîstên tundrew dimeşîne ku berê baweriyên cuda li Efrînê jiyane û hewl tê dayîn baweriya îslamê ya sunî li herêmê bê belavkirin.
Yek ji pisporê GfbVê Kemal Sîdo dibêje, nifûsa Efrînê ji sedî 95ê wê ji mislimanê sunî yên kurd pêk tê lê bi destwerdana Tirkiyeyê re, demografiya Efrînê hatiye guhertin û got: “Nifûsa kurdan daketiye ji sedî 25an. Piraniya gelê Efrînê terka malên xwe kirine û îslamîstên tundrew li şûna wan hatine bicihkirin. Êzidiyen Efrînê jî terka malên xwe dane. Armanca Tirkiyeyê paqijkirina kurdan a ji Efrînê ye.”
GfbVê herwiha da zanîn, weazên ku li mizgef û kursên quranê yên li Efrînê têne dayîn ji aliyê Serokatiya Diyaneta Tirkiyeyê ve têne amadekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin