PeyamaKurd- Di agahiyên ku bi rêya nûçeya Nikkei Asiayê hatin ragihandin, hikûmeta Japonyayê dê fermandariyeke ku operasyonên bejahî û asîmanî ji xalekê bişopîne, ava dike. Hat diyarkirin ku dê ev fermandarî ligel Amerîkayê kar bike.
Li gorî agahiyên ku hatin parvekirin, digel ku li herêma Hind-Pasifikê hêrs zêde dibe, Japonya ji bo ku di sala 2024an de bide destpêkirin, Pendagona xwe ava dike. Hat diyarkirin ku armanca vê fermandariyê, dê şopandina ji cihekî ya operasyonên asîmanî û bejahî be.
Her wiha hat diyarkirin ku dê 3 hêmanên bingehîn operasyonan bi rê ve bibin û dê ev fermandarî bi artêşa Amerîkayê re rêvebirina hevdem zêde bike.
Di hûrgiliyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku ev fermandarî dê rasterast bi Wezareta Berevaniya Japonyayê re bikeve nav pêwendiyê û dê bi Fermandarê Hêzên Hind-Pasifikê yên Amerîkayê (INDOPACOM)ê re hevdem bê xebitandin.
Hat diyarkirin ku armanca vê fermandariyê, nûkirina stratejiya berevaniya neteweyî ya li dijî gefên Çînê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin