Rêwaz Fayîq: Aliyên gendelkar naxwazin Kurdistan bibe xwedî Destûra xwe!

Rêwaz Fayîq: Aliyên gendelkar naxwazin Kurdistan bibe xwedî Destûra xwe!

PeyamaKurd - Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq di Konferansa Yekrêzî û Destûrê ya Zanîngeha Kurdistanê de ku îro 19ê Gulanê li Hewlêra paytex birêve diçe de, gotarek pêşkeş kir.

Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq bibîr xist, Destûr gelekî pêwîst e û lazim bû ji mêj ve Herêma Kurdistanê bibûya xwedan Destûra xwe.

Rêwaz Fayîp destnîşan kir, ew aliyên siyasî yên ku naxwazin Herêma Kurdistan bibe xwedî Destûra xwe, ew dixwazin li ser gendeliyên xwe berdewam bin û ti kes pêşiya wan negire.

Seroka Parlementoya Kurdistanê got, nabe aliyên siyasî bi hinek nêrînên cuda li pêşiya Destûrê bibin asteng, lewra Destûr tiştekî gelekî lazim û pêwîst e û divê sînorên dezgehan ji hev cuda bibin da ku destwerdanê di karên hev de nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin