PeyamaKurd - Li ser asta bilind berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li hev civiyan. Berpirsê PDKê Bilind Îsmaîl da zanîn ku herdu alî di encama civînê da gihiştine rêkeftinê ku dawî li aloziyên çend roj berê bînin.
Şanda PDKê ya ji Sekreterê Mekteba Siyasî yê PDKê Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Kakemîn Necar, herwiha şanda YNKê jî ya ji Ersalan Bayîz, Saîdî Ehmed Pîre, Bêgerd Talabanî û Rêwaz Fayiq pêk hatibû îro civiyan.
Berpirsê Liqa 16an a PDKê Bilind Îsmaîl derbarê civînê da zanyarî dan BasNewsê û aşkere kir ku civîn derbarê kêşeyên beriya bi çend rojan ê di navbera PDK- YNKê dabû. Herwiha herdu aliyan jî li hevkirine keu dawiyê li aloziyên çend roj berê bînin
Herwiha Bilind Îsmaîl da zanîn ku PDK- YNKê bo pêkanîna çend lîjneyan jî biryara civînê dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin