PeyamaKurd – Li nêzîkî Xurmatûyê, terorîstên DAIŞê êrîşî hêzeke Artêşa Iraqê kirin û di encamê de, leşkerekî Iraqî hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyekê ji ewlehiya parêzgeha Selahedînê diyar kir, şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê li sînorê gundê Pîr Ehmed yê ser bi qezaya Xutmatûyê ve kir û di encama êrîşê de, leşkerekî Iraqî hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêza Pêşmerge, li Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, valahiyeke ewlehiyê çêbûye û çekdarên DAIŞê kiryarên teroristî dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin