Beriya civîna BRICSê Fidan û Lavrov civiyan

Beriya civîna BRICSê Fidan û Lavrov civiyan

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di serdana xwe ya Rûsya ya bi mebesta beşdarî  Civîna Wezîrên Derve ya BRICSê bibe de, li Rûsyayê, bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de Fîdan û Lavrov geşedanên dawî yên cîhanê û pêwendiyên Enqere û Moskowê peyivîne.

Hate hînbûn ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di civîna ku yek ji mijarên wê yên hatine gotûbêjkirin jî rewşa şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezzeyê bûye de mijarên aborî yên ji bo Tirkiyeyê gring in destnîşan kiriye.

Hate diyarkirin ku Fîdan û Lavrov her wiha mijarên ku wê di Civîna Wezîrên Derve ya BRICSê de bêne axaftin jî gotûbêj kirine.

Tê payîn ku wezîr Fîdan îro ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve were pêşwazîkirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin