Karayilan: Em ferman û talîmatên Ocalan esas digirin

Karayilan: Em ferman û talîmatên Ocalan esas digirin

PeyamaKurd – Rêveberê PKKê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Murat Karayilan di hevpeyvîneke xwe ya medya nêzîkî PKKê de, bal kişand ser daxuyaniya Abdullah Ocalan a bi rêya parêzeran gotibû, ‘Ez amade me di hefteyekê de pirsa Kurd çareser bikim’ û got, “Em wek tevger û gerîla li pişt Ocalan in. Em ferman û talîmatên Apo esas digirin.”

Karayilan got ku Ocalan amadebûna xwe ya bo çareserkirina pirsa Kurd aniye ziman û ji bo ku ji Kurdan re qadek were vekirin jî pêwîste aqilê dewleta Tirkiyê bikeve tevgerê ku ew ne tenê ji bo kurdên bakur ji bo tevaya kurdan e.

Murat Karayilan destnîşan kir, “Em wekî tevger û gerîla li pişt Serok Apo ne. Em ferman û talîmatên Serok Apo esas digirin. Rêber Apo nûnertiya me dike. Em gel in, em mafên xwe yên rewa dixwazin. Em ji kesî tiştekî din naxwazin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin