Pedersen: Opozîsyon û rejîma Sûrî li ser gotûbêjkirina 4 xalan li hev kir

Pedersen: Opozîsyon û rejîma Sûrî li ser gotûbêjkirina 4 xalan li hev kir

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir O. Pedersen, ragihand ku wê di gera 7em a Komîteya Destûra Sûriyê de, rejîm û opozîsyon li ser 4 xalan gotûbêjan bike ku her roj wê xalek were gotûbêjkirin.

Pedersen beriya gera 7em a hevdîtinên Komîteya Destûra Sûriyê yên sibe Duşemê li Cenevê dest pê dikin eşkere kir ku wê 4 xal werin gotûbêjkirin.

Pedersen diyar kir ku wî bi rayedarên hikûmeta Şamê û opozîsyonê re hevdîtin kirine û li ser gotûbêjkirina 4 xalên destûrê li hev kirine.

Nûnerê NY da zanîn ku ew çar xal; "bingehên rêveberiya dewletê, nasnameya dewletê, sembolên dewletê û binyada meqamên dewletê û erkên wan e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin