PeyamaKurd – Li parêzgehên Erzerom, Agirî û Qersê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya 125 gund û gundikan hat girtin.
Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê ji do êvarî ve berf dibare û ji ber rewşa neyînî ya keşûhewayê, di çûnûhatinê de astengî çêdibin.
Li Erzeromê rêya 82 gund û gundikên li deverên bilind ji ber berf û pûkê hat girtin.
Ji ber heman sedeman li Agirî 41, li Qersê jî rêya du gundan hatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin