Dr. Berzencî: Hikûmetê di alîkariya rûbirûbûna koronayê de texsîr nekiriye

Dr. Berzencî: Hikûmetê di alîkariya rûbirûbûna koronayê de texsîr nekiriye

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî got, hem hikûmeta Kurdistanê hem jî ya Iraqê ji bo rûbirûbûna koronayê alîkariya dane wan.

Dr. Berzencî îro di civîneke rojnamevanî de ragihand ku ji bo rûbirûbûna koronayê wan kengê wan ji hikûmeta Kurdistanê daxwaza alîkariya darayî kiribe, hikûmetê daye û texsîr nekiriye.

Berzencî da zanîn, hikûmeta Kurdistanê 10 milyar dînar daye wezareta tenduristiyê û ji bilî wê alîkariyê bûdceyên taybet ji bo Hewlêr, Derbendîxan û Pêncwênê terxan kiriye.

Wezîrê Tenduristiyê anî ziman, hikûmeta Iraqê jî alîkariya darayî daye wan û got, Bexdayê 3.5 milyar dînar daye me û soz daye 2 milyarên din jî bide. Ji wan du milyaran, milyarek gihîştiye destê me û yê din jî dê were dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin