Serokê opozisyona Îsraîlê Gantz ji Kabîneya Ser vekisiya

Serokê opozisyona Îsraîlê Gantz ji Kabîneya Ser vekisiya

PeyamaKurd - Endamê Kabîneya Şer a Îsraîlê Benny Gantz vekişîna xwe ya ji kabîneyê ragihand. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî banga wêrekbûn û pêkanîna karên rast li Gantz kir.

Wezîrê berê yê Parastinê û serokê opozisyona Îsraîlê Benny Gantz, beriya demekê ragihandibû ku eger Serokwezîr Benyamîn Netanyahu heta 8ê Pûşperê plana xwe ya di derbarê pêvajoya piştî şerê Xezzeyê pesend neke ew ê partiya xwe ji kabîneya şer vekişîne. Gantz, gotina xwe bi cih anî û îro ragihand ku wî dest ji postê xwe yê kabîneya şer berdaye û vekişiyaye.

Benny Gantz di daxuyaniya çapemeniyê de got: "Ez bi xemgînî, îstifa xwe ya fermî ya ji hikûmetê radigihînim."

Gantz, Gallant vexwende ku ew jî vekişe

Gantz, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant jî vexwende ku ji hikûmetê vekişe û bang li Netanyahu kir ku di zûtirîn demê de hilbijartinên pêşwext pêk bînin.

Gantz tekez kir ku ew piştgirî dide pêşnûmaya pevguhertina dîl û girtiyan a ku ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ve hatiye pêşkêşkirin û ji Netanyahu xwest ku ji bo gihîştina vê peymanê wêrek be.

Di artêşê de jî îstifa çêbû

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Fermandarê Beşa Xezzeyê ya artêşa Îsraîlê Generalê Giştî Avî Rosenfeld jî ji erka xwe îstifa kiriye.

Li gorî nûçeya televîzyona KAN a dewletê ya Îsraîlê Avi Rosenfeld piştî ku di erka xwe ya parastina herêmên li ser sînorê Xezzeyê de têk çû, îstifa kir.

Li gorî nûçeyê Rosenfeld diyar kir ku divê her kes li hemberî bûyerên 7ê Cotmehê rû dan, berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin